Amerîka: Me 9.6 milyar Dolar alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirine

Amerîka radigihîne, wan 9 milyar û 6 milyon Dolarên Amerîkî alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyê kirine. Herwiha 80 milyon Dolar jî bo bakurê rojhilatê Sûriyê (navçeyên HSDê).

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka radigihîne, wan 9 milyar û 6 milyon Dolarên Amerîkî alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûriyê kirine. Herwiha 80 milyon Dolar jî pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyê (navçeyên HSDê) kirine.

Balyozxana Amerîkî li Şamê di daxuyaniyekê de ku li ser tora xwe ya civakî belav kiriye da zanîn, Amerîka ta niha mezintirîn welat e ku alîkariyên mirovî pêkêşî Sûriyê kirine.

Da zanîn jî, ji destpêka krîza Sûriyê û ta niha 9 milyar û 6 milyon Dolar alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirine. Ew alîkarî ji bo tevahiya herêmên Sûriyê ne û ji kelûpelên xwarin, av û pêdiviyên tenduristî pêk tên.

Li gor daxuyaniyê, bernameya alîkariyên Amerîkî piştgîriya aramiya li bakurê rojhilarê Sûriyê dike, ku elektirîkê ji bêhtir ji miyonek kes re dabîn kirine, jêrxaneya ku xizmeta 300 hezar kes dike nûjen kirine û 143 dibistan ji nû ve avakirine.

Herwiha diyar kir jî, Amerîka bi hevrêziya bi Hevpeymaniya Navdewletî re bêhtir ji 80 milyon Dolar pêşkêşî bakurê rojhilatê Sûriyê kirine, ji bo jinavbirina çekan li navçeyên ji DAIŞê hatine rizgarkirin û pûçkirina mîn û bombeyan.

 

S. B