Îran djî pêkanîna Navçeya Aram e li bakurê Suriyê

Komara Îslamîya Îranê djî pêkanîna Navçeya Aram e li bakurê Suriyê .

K24- Hewlêr

Komara Îslamîya Îranê djî pêkanîna Navçeya Aram e li bakurê Suriyê .

Peyivdarê wezreta derve ya Îranê ragehand , hewlên Emerîkayê bo pêkanîna Navçeya Aram li bakurê Suriyê kareke istfzazî  û cihê dilgranîyê ye.

Ebas Musewî tekez kir ku ev karên Emerîkayê dibin sedema nearamîya navçeyê. Ji bilî wê jî destwerdane di karûubarên navxwe ya Suriyê de û sedema têkdana asayîşa navçeyê jî.

 peyivdarê wezareta derve ya Îranê got jî , reftarên Emerîkayê li bakurê rojhelatê Suriyê destidirêjîyeke eşkere ye bo ser yekparçeyî ya xaka Suriyê û serwerîya wî welatî û bi berevajî yasayên navdewlitî û peymanameyên Netewên Yekgirtî ye.

Li gor axiftina Mûsewî, divê nîgeranîyên Tirkiyê  derbarê ewlehîya wê li ser sînûrên bakurê Suriyê bi rêkeftna Suriyê li gel Tirkiyê bê çareser kirin û welatên din nabe dest bixin di nav evê pirsê de.