"Azadkirina Şingalê siyaseta Obama ber bi pêş de dibe"

Li gor berpirs û şirovekarên Amerîkî, Proseya Azadkirina Şingalê, stratejiya Serokê Amerîkayê Barack Obama bo têkşikandina grubên radîkal ber bi pêş de dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor berpirs û şirovekarên Amerîkî, Proseya Azadkirina Şingalê bi serpereştiya Hêzên Pêşmerge û hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, stratejiya Serokê Amerîkayê Barack Obama bo têkşikandina grubên radîkal ber bi pêş de dibe.

Ev operasyona han demek bû dihat çaverêkirin û gelek wateyan li xwe digire. Berpirsên Amerîkî rexne li siyaseta Obama digrin, ew siyaseta hêmin a bo jinavbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê ku heta niha peyrew kiriye. Hevdem evna di demekê de ye ku Washington derbarê krîza Sûriyeyê de qala çareseriyeke siyasî dike û vêna jî bi nirxandina aliyan ve girêdide.

Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.

Pêr 12ê Mijdara 2015ê operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û doh 13ê Mijdarê Hêzên Pêşmerge karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin û Alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê bilind bikin.