Damezrênerê Facebookê piraniya samanê xwe dê bike xêr

Zukerbêrg ev niyaza xwe bi şêweyê nameyekê lijêr navê “ Nameyek jib o keça me” anî ye ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Mark Zukerbêrg (Mark Zuckerberg), serokê cîbicîkar ê  kompaniya Facebookê û hevjîna wî, bi niyazin ji sedî 99 ji  samanê xwe ji pişkên Facebookê ku nêzî 45 milyar dolar in, di berjewendiya dezgeheke xêrxiwazî ya nû de terxan bikin.

Ev gava Zukerbêrg û hevjîna wî, piştî hin gavên hevşêwe ku ji aliyê çend milyardêrên din hatîn avêtin, tê.

Zukerbêrg li ser peyca xwe ya Facebookê, wêneyekê xwe û hevjîna xwe Prîsîla Çan (Priscilla Chan) ligel keça xwe Maks (Max) ya temen yek heftî belavkiriye.

Zukerbêrg ev niyaza xwe bi şêweyê nameyekê lijêr navê “ Nameyek jib o keça me” anî ye ziman.

Damezrênerê Facebookê yê 31 salê û hevjîna wî ya 30 salî, di nameya xwe de diyar kiriye ku ew dê 45 milyar dolaran bo kar û çalakiyên saxlemiyê, perwerde û fêrkirinê, asankirina gehiştin bi internet ê, bi mezêxin.

 

Çavkanî: Reuters