Îtalya 450 leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê

Niha 750 leşkerên Îtalî li Herêma Kurdistanê ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Îtalyayê, Matteo Renzi aşkere kir ku, ew dê 450 leşkerî bişînin Herêma Kurdistanê.

Metteo Renzi diyar kir ku, kompaniyeyeke Îtalyayê girbêesta nûkirina Bendava Mûsilê bidest xistiye, lewma ew dê leşkeran bo parastina wê projeyê bişînin.

Îtalya yek ji endamên hevpeymaniya navvdewletî ya li dijî DAIŞê ye, lê heta niha ti beşdarî di ti operasyonan de nekiriye.

Serokê Amerîkayê Barack Obama duh di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku, dê Îtalya li dijî DAIŞê, têkoşîna xwe zêde bike.

Çapemeniya Îtalyayê jî tevlî erka parastina Bendava Mûsilê bû û diyar kir ku, êdî Îtalya di têkoşîna li dijî DAIŞê de, ew ê li refên pêşî be.

Niha li Herêma Kurdistanê  750 leşkerên Îtalyayê hene. Ji bo parastina bendavê jî 450 leşker di nav çend hefteyan de, ew ê li wir bin.