Li Diyarbekirê şer û alozî berdewam e
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê îro ji bo qedexeya li ser navçeyên Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn û Kerboranê rabe, û operasyon bêne sekinandin partî û saziyên sivîl daxuyaniyek dan û banga rawestandina operasyonan kirin.
Piştî daxuyaniyê, hejmarek xwepêşanderan xwestin bimeşin navçeya Sûrê, lê polîsan destûr neda û di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn derketin.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP, Hevserokên Partiya Hereman a Demokratîk DBP û Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk DTK û Hevserokê Kongreya Demokratîk ya Gelan HDK îro li Dîyarbekirê civîyan û daxwiyanî dan.
Piştî daxuyaniyê girseya ku li taxa ofîsê kom bûn xwestin bimeşin Sûrê lê Polîsan destur nedan meşa wan û destêwerdan kir û gaza bêber û rondikrêj li welatiyan reşandin.
Ji hêla din ve polîsan xwestin ku peyamnêrê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê binçav bikin lê hevkarên wî û xelkên derdorê nehiştin. Rewşa aloz li Diyarbekirê berdewam e.