Barzanî: Karê derheqê Ala Kurdistanê de bûye dagîrkeran jî nekiriye

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rêgirtina Asayişa Rojavayê Kurdistanê li Girkê Lekê bo bilindkirina alaya Kurdistanê peyamak belav kir û bi tundî karê Asayişê rexne kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rêgirtina Asayişa Rojavayê Kurdistanê li Girkê Lekê bo bilindkirina alaya Kurdistanê peyamak belav kir û bi tundî karê Asayişê rexne kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî îro peyamek arasteyî Ençûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, Roja Ala Kurdistanê li ENKSê û endam û alîgirên wê jî pîroz kir.

Barzanî ragehand ku, “Cihê destxweşiyê ye hewla hin aliyan  ku Kurd in ji ber ku nehêştin Alaya Kurdistanê bikeve erdê, ji ber wê yekê jî ez spasiya wan dikim.”

Barzanî derbarê karê Asayişa Rojavayê Kurdistanê got jî “Kiryara wî alî li dijî Kurdan cihê şermezariyê ye, di rastî de dagîrkeran jî ew karê wî alî derheqî Ala Kurdistan de nekiriye. Lê di dawiyê de dê şermezarî û poşmanî  ji wan re bimîne.”

Roja 17.12.2015an , bi helkefta Roja Alaya Kurdistanê alîgirên ENKSê li Girkê Legê kom bûn daku alayeke mezin a Kurdistanê bilind bikin, lê belê asayîşa wî bajarokî rê neda wan ku al were bilindkirin, herwiha di piştre jî 9 endamên ENKS û Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ji girtin.