WHO banga zû wergirtina vaksînên li dijî Koronayê dike

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Heta ku bandora vaksînê ji bo Omicronê kêmtir be jî, vaksîn ji nebûnê wê çêtir e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) banga wergirtina zû ya vaksînan li hember cureyên vîrusa Korona kir û da zanîn, her çend bandora vaksînê li hember “Omicron” kêm be jî, ji nebûnê çêtir e.

Li gorî pisporên WHOyê, hin taybetmendiyên “Omicron”, di nav de belavbûna wê ya cîhanî û hejmara mezin a mutasyonên wê, destnîşan dikin ku ew dikare bandoreke girîng li ser pêvajoya pandemiya Covid-19 bike. Lê hîn jî dijwar e ku bi rastî bê zanîn ka ew bandor dê çi be.”

Pisporên WHO diyar kirin, li Afrîkaya Başûr hejmara haletên “Omicron”, li hemberî belavbûna “Delta” gelekî zêde ye.

Rêvebirê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus got: “Niha wêneya zêdebûna belavbûna pandemiyê li cem me diyar bûye. Girîng e bi baldarî çavdêriya tiştê ku li çaraliyê cîhanê diqewime bikin, ji bo bizanin Omicron bi ser Delta dikeve, yan na.”

Ji aliyê xwe ve, Seroka Tîma Teknîkî ya WHO ya taybet bi Covid-19 Maria Van Kerkhove Banga wergirtina bilez a vaksînan kir û got: “Vaksîn bandorê li guhertoya Delta dike, heta ji bo Omicronê bandoreke kêmtir jî bike, vaksîn ji nebûnê wê çêtir e.”