Li pêş cemawerekî “dîrokî” jinên Barcelon jinên Real Madrîdê bi 5 golan têk dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 91 hezar temaşevanan, li lîstika tîma Barcelona û mêvana wê Real Madrîd a li stadiuma Camp Nou de amade bûn.

Di çarçoveya gera duyem (hatinê) ya çarîk-fînala Lîga Champions League ya Jinan de, şeva borî tîma Barcelona mêvandariya Real Madrîd kir û bi encama (5 - 2) bi ser ket.

Barcelona ku hefteya borî di lîstika gera çûnê de (3 - 1) bi ser Real Madrîd ketibû, derbasî qonaxa nîv-fînala Champions League ya Jinan bû.

Organîzatoran gotin ku 91 hezar û 553 temaşevan beşdarî lîstikê bûn, ev jî ji bo lîstikeke futbolê ya jinan rekorek e ku bi vê yekê rekora lîstika Fînala Kûpaya Cîhanê ya 1999an a di navbera Amerîka û Çînê de li Rose Bowl şikand ku di wê lîstikê de 90 hezar û 185 temaşevan amade bûbûn.