Li Helebceyê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; piştî sifirbûna rêjeya mirina bi Covid-19ê, îro kesekî li parêzgeha Helebceyê bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; piştî sifirbûna rêjeya mirina bi Covid-19ê, îro kesekî li parêzgeha Helebceyê bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 407 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 270 kes li Hewlêrê, 50 kes li Silêmaniyê, 85 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Raperînê ye.

Herwiha diyar kir, di nav 24 demjimêran de 92 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 48 kes li Hewlêrê, 13 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 441157 kes

Mirin: 7452 kes