Mezlûm Ebdî: Divê Rêveberiya Xweser hewlên zêdetir ji bo başkirina jiyana welatiyan bide

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, divê Rêveberiya Xweser hewlên zêdetir bide ji bo paşerojeke baştir ji xelkê herêma re peyda bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hejmara xwe ya taybet a “Twitter” ragihand, rewşa siyasî ya nearam, krîza aborî û êrîşên berdewam ên Tirkiyê, her roj dibin sedema canjidestdana sivîl û penaberan li herêmê.

Got jî: Pêwîst e civaka navdewletî alîkariya başkirina rewşa xelkê bike û berpirsyariya vê yekê hilgire ser milê xwe.

Fermandeyê HSDê sersaxî ji malbatên koçberên ku keştiya wan li Cezaîrê binav bûbû re xwast û ragihand: “Emê bi hemû karînên xwe kar bikin, ta ku ev bûyer dubare nebin van û bazirganên mirovan jî bêne cezakirin.

Her wiha got: Ev karesat nîşan dide ku divê Rêveberiya Xweser hewlên zêdetir bide ji bo paşerojeke baştir ji xelkê herêma re peyda bike.

Fermandarê Giştî yê HSDê bang vegerê li hemû Sûriyên ku li welatên derve asê mane kir jî û got ku ew ê hemû asankariyan ji bo vegereke ewle û aram ji wan re bikin.

Ev daxuyaniya Mezlûm Ebdî di demekê de, termê 9 Kobaniyên ku li qiraxên Cezaîrê di deryayê de xeniqîbûn, duhî gihîştin Libnanê û dê bi hevrêziya Heyva Sor a Sûrî û Heyva Sor a Kurdî ji bo Kobanê bêne vegerandin.

Roja 5ê Cotmeha borî, 34 koçberêm ku piraniya wan sûrî û Kurd bûn, keştiya wan di li qiraxên Cezaîrê di deryaya Sipî binav bû û canê xwe ji dest dan.

Sûriyên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin û mafê penaberiyê werbigirin, serî li riyên cuda yên qaçaxç didin, ji wan jî rêya Cezayîrê re ye ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin qiraxên Ewropayê. Li gor zanyariyên K24ê jî, hejmarek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê hîn jî li Cezaîrê ne û hewl didin bi riya deryayê re xwe bigihînin Ewropayê.