Li Enkawa kevirê bingehîn ê dêreke nû tê danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq li bajarokê Enkawa kevirê bingehîn yê dêra Yekîtiya Xirîstiyanên Încîlî deyne.
Merasîma danîna kevirê bingehîn dê îro demjimêr 10:00ê sibê bi amadebûna hejmarek kesayetiyên olî yên Xiristiyanî û berpirsên îdarî were lidarxistin.
Dêrê gelek mêvan vexwendine ku beşdarî merasîmê bibin.
Danîna kevirê bingehîn ê dêra Încîlî li Enkawayê, gaveke din e ber bi pirrengiya olî û civakî li Herêma Kurdistanê.