Li Almanyayê li nêzîkî dêrekê êrîşa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê êrîşeke çekdarî li dijî dêrekê hat kirin û di encama êrîşê de de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê êrîşeke çekdarî li nêzîkî dêrekê hat kirin û di encama êrîşê de de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Hamburgê duh bi şev di dema îbadetê de êrîşî dêreke Şahidên Yehova hat kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşa ser dêra Şahidên Yehovayê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Tîmên polîsan ji bo desteserkirina êrîşkaran lêgerîneke berfireh dane destpêkirin.

Derbarê êrîşê de ku gelo êrîşeke terorîstî ye an na, hêj daxuyaniyek nehatiye belavkirin.