Li Tirkiyê dengder derbarê ewlehiya hilbijartinan de çi difikirin?

Ber bi hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenterî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve ku 2 meh maye, ji niha ve pêkanîna ewlehiya hilbijartinê tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Ber bi hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenterî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ve ku 2 meh maye, ji niha ve pêkanîna ewlehiya hilbijartinê tê nîqaşkirin. Dengder û çavdêr ji ber dizîna dengên di hilbijartinên salên berê de metirsîdar in ku heman bûyer rû bidin loma banga zêdekirin rênimayan dikin da ku îradeya xelkê rast were nîşandayîn.

Li Tirkiyeyê ber bi hilbijartina Serokkomarî û parlamenterî ku 14ê Gulanê dê pêk were yek ji babeta sereke ku di rojeva xelk û aliyên siyasî dê tê nîqaşkirin asayîş ango ewlehiya hilbijartinan e.

Di hilbijartinên salên berê de li gel wergirtina hin tedbîran jî gelek deng hatin dizîn, gelek pisûlayên deng ên bêmuhr hatin bikaranîn, sextekarî hatin kirin. Ji ber vê gumanên dengderên li vî welatî li ser ewlehiya hilbijartinan jî gelek zêde ye.

Welatiyek diyar dike: “Divê di serî de aliyê opozîsyon û hemû alî xwedî li sindoqên dengdayînê derkevin da ku dengê tu kesî berhewa nebe. Ji ber ku salên berê gelek deng hat dizîn, dibe ku dizîna dengan îsal jî pêk were.

Welatiyekî din jî destnîşan dike: “Hêviya min ew e ku welatekî xweştir û aramtir em bibinin. Ji bo vê tedbîrên ewlehiya hilbijartinan ku dê desthilata nû diyar bike gelek girîng e. Bila heqê kesî neyê xwarin.”

Herwiha welatiyek jî dibêje: “Bêguman em metirsîdar in li ser ewlehiya hilbiajrtinan. Ji ber ku di hilbijartinên berê de gelek dek û dolab fehlebazî hat kirin. Lê ez bawer im tedbîrên berfireh dê bên girtin.”

Serokê Komeleya Deng û Wêdetir Ertîm Oytun ku ji sala 2014an vir de di 8 hilbijartinan de ji bo ewlehiya hilbijartinan kar dikin bal kişand ser girîngiya rênimayan.

Ertîm Oytun ji K24ê re diyar kir: “Îsal em ê hewl bidin ligel 100 hezar kesên xwebexş li navendên dengdayînê kar bikin, dengên hatine bikaranîn bi teknolojiyeke nûjen bi awayeke dijîtal tomar bikin û bo hemû aliyan em ê ragihînin. Armanca me ew e ku em proseyeke adilane di hilbijartinan de pêk bînin da ku mafê her dengderan were parastin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 60 milyon kes hene ku mafê wan a dengdayînê heye.

Ji bo asayîşa hilbijartinan ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve 601 hezar û 251 peywirdarên ewlekarî hatine wezîfedarkirin. Ligel vê bi hezaran kesên xwebexş û tîmên partiyên siyasî jî çavdêriya dengdayînê dê bikin da ku îradeya xelkê bi awayeke zelal û rast were dîtin.