Di Newroza Diyarbekirê de peyamên çareserkirina pirsa Kurd derketin pêş

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di ahengên Newroza Diyarbekirê de siyasetmedarên Kurd dazwaza çareserkirina pirsa Kurd anîn ziman û gotin ku; ew dest ji van daxwên xwe yên rewa bernadin. Siyasetmedaran rexne li polîtîkayên desthilatdariyê girtin dan zanîn ku; ji bo avakirina komareke demokratîk îro gelê kurd têkoşîneke hêja dide.

Qada Newroza Diyarbekirê bi rengên neteweyî yên Kurdî xemilîn. Ji demjimêrên sibehê ve welatî bi cilûbergên xwe yên neteweyî derketin qadê. Bi pêşengiya Ciwanên Neteweyî yên Kurd wêneyên serkirdeyên neteweyî yên kurdan û Ala Rengîn hatin bilindkirin. Ji ber karesata mezin ya erdhejên Mereşê rengê dikê reş bû. Li ser Dikê jî “Bila serê gelê me sax be” hatibû nivîsandin. Siyasetmedaran di Newrozê de peyamên siyasî dan û gotin ku; ew dixwazin pirsa kurd bi rê û rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ji K24ê re got: “Ew aliyên ku dibêjin; gelê kurd demokrasiyê dixwaze, ew kesên ku wekheviyê dixwazin ew kesên ku dibêjin pirsgirêka kurd pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ye û van peyaman didin, em van peyaman hêja dibînin. Her dîsa em peyamên ji bo naskirina zimanê gelê Kurdî, rewşa girtiyên siyasî û polîtîkayên qeyûman bi girîng dinirxînin. Îro ne tenê gelê kurd; hemû gelên Tirkiye rûbirûyê qeyran û aloziyan dimînin.”

Ahengên Newroza 2023an ji yên salên borî cûdatir bûn. Di vê Newrozê de stran û awazên şahiyê kêm bûn. Ji ber şîna Mereşê piraniya welatiyan cilûbergên reş li xwekiribûn. Siyasetmedarên ku gotarên xwe pêşkêşkirin de daxwaza yekitiya neteweyî, cîbicîkirina nirxên demorkasiyê, azadkirina girtiyên nexweş, fermîbûna zimanê kurdî, azadkirina siysetmedaran zindanîkirî anîn zimên.

Siyasetmedarê Kurd Ahmed Turk got: “Ez bang li Gelê Kurd dikim; em li dijî faşîzmê têdikoşin. Ji bo avakirina komareke demokratîk îro gelê kurd têkoşîneke hêja dide.”Ji bo avakirina pergaleke nû heyameke nû li pêşiya me heye. Divê em van aloziyên ku ji aliyê vê desthilatdariyê ve hatine derxsitin ji holê rakin. Hevserokên me ji ber dijminahiya ku li hemberî kurdan tê kirin di zindanan de ne. Divê em li hemberî vê zilmê yekitiya xwe qewîn bikin.”

Ji Herêma Kurdistanê û bajarên cûda yên Bakur kesayetên naskirî jî wekî mêvanên Newerozê hatibûn vexwendin. Başak Demîrtaş, hevjîna hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş, Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Ferît Şenyaşar ê ku ji beriya huilnijartinên 2018an du bira û bavê wî hatibûn kuştin hin ji van mêvanan bûn. Carcaran di navbera polîs û welatiyan de hin aloziyan rû dan lê belê bi giştî ahengên Newrozê di nava aramiyê de derbas bû.