“Rêbera Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê” derket

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rêbera Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê ” derket, ku tê de babetên girêdayî dîrok, şûnwar, keltur û kesayetiyên navdar cih digrin.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê di merasîmekê de îro, 17ê Îlonê, “Rêbera Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê” ragehand.

Di merasîmê de gelek kesayetiyên siyasî leşkerî yên Amerîkî tevî hejmarek Senator, endamê Kongressê û çendîn rojnamevan û nivîskar amade bûn.

Beşdarbûyan amaje berxwedana niha ya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kirin. Spasiya rol û qehremaniya Hêzên Pêşmergeyên kurdisanê di wê derbarê de jî kirin.

“Rêbera Geştyarî ya Herêma Kurdistanê” ji aliyê Harry Schute û Douglas Layton bi zimanê Inglîzî hatiye amadekirin û 400 rûpelên rengîn û 600 wêneyên reng û reng li xwe digre.

Rêbera geştiyarî: Nexeşya bajar û rêyan. Dîrok û zanyariyên li ser navçe û deveran. Zanyarî li ser 200 cihên şûnwarî ligel wêneyan. Babetên girêdayî huner, gul û ajel, kesyatiyên navdar, keltur û xwarinên Kurdî li Herêma Kurdistanê li xwe digire.

Herwiha malpereke taybet bi “ Rêbera Geştyarî ya Herêma Kurdistanê ” hatiye danîn, ku her kes dikare bi rêya wê naveroka pirtûkê bi kurtî bizane û bikire.