Li dijî Kurdistanê planên mezin ên manipulasyonê hebûne û hene

Kurd24

Yek ji êrîşên dijî Kurdistanê yên herî bibandor û organizekirina raya giştî ya cîhanî dijî rastiya Kurd / Kurdistanê, manipulasyonên plankirirî yên dagîrkerên Kurdistanê ne.

Bi desinformasyonan, welatên dagîrker ên Kurdistanê, agahdariyên nerast, pêşkeşkirina wêneyên nerast liser kesayetî, siyaset û rastiya welatê Kurdistanê, raya giştî ya navxweyî û cîhanê, ji rastiya Kurdistanê gelekî dûr - helwêst û nêzîkahiyê bi pirsa Kurd / Kurdistanê re dide pêşya xwe.

Ev manipulasyon di gelek qadan de tê birêvebirin: di qada siyasetê, di qada nasnameyî, di qada dîrok, çand, huner, edebiyat, di qada sosyolojî (civatwarî /civatnasî), û psikolojî (dêrûnî), û heta teknolojiyê û medya civatî de...

Ev manipulasyon ewqas kûr û bi berferehî tê birêvebirin, ku şîrovekirina wê bi berferehî ji qada gotarekê, heta pirtûkekê derbas dike. Welatên dagîrkerên Kurdistanê komisyon û desteyên taybet bi pirsa manipulasyonê ve amade kirin e û bi milyarên dolaran li van plan û projeyên xwe serf kirin e. Armanc a sereke jî: têkbirina nav û rastiya Kurdistanê, hebûna coxrafî û nasnameyî ya Kurd / Kurdistanê bû ye…

Ger tenê bi xalên sereke bînim ziman - Manipulasyon ev armanc dan e pêş xwe :

Siyaset: Tevgerên Kurd terorist in, teror metod a xebatê ya rêxistinên siyasî yên Kurd e, dixwazin statuyokên siyasî têk bibin. Coxrafya herêmê biguherin…

Nasnameyî: Kurd ne netewe ne. Tu caran nikarîbûne bibin neteweyek. Li Tirkiye – Tirk in, li Îranê – Faris in, li Iraq û Suriye – Ereb in. Li Tirkiye – dinav Milletê Tirk de, li Iranê – dinav Milletê Faris de, li Iraq û Suriyê – dinav Milletê Iraqê û Suriyeyî de, dikarin bên ifade kirin…

Dîrok: Dîrokek Kurd / Kurdistanê nîn e. Tu caran desthilatek (dewletek, mîratiyek) Kurd nebû ye. Nikarin û ne di wê astê de ne dewletê / desthilatê damezrînin. Kesayetiyên dîrokî nîn in. Nimûne: Eyyubî – Ereb e, Fars e, Tirk e, lê ne Kurd e.

Çand: Çand a Kurd / Kurdistanê nîn e. Çandek tevlîhev û dizî ye. Nirxên civatî yên Kurd êrîşbar in. Eşîr in, ji çanda şaristanî dûr in…

Huner: Muzika Kurdî, sinemaya Kurdî, resamî û her awayekî hunerî di jiyana Kurd / Kurdistanê de çênebûye.

Di warên din ên girîng ên jiyanê de jî heman metod lidij Kurd / Kurdistanê tê bikaranîn. Inkar, nenaskirin, izolekirin - nêzîkahiya sereke ye. Herweha li hember hebûnên Kurd / Kurdistanê siyaseta êrîşbarî, asimilasyon û helandinê tê praktize kirin…

Ligor hin lêkolînan tenê li Tirkiye zêdeyî 20 plan / projeyên dewletê yên organizekirî bi budçeyên mezin ên manipulasyonê di çarçoveya babetên min lijor binavkirî de hatine birêvebirin. Ji bo pêkanîn, birêvebirin û praktizekirina van projeyan bi milyarên dolaran hatine terxan kirin.

Bêguman heman plan/proje yên yekalî ji alî Suriye, Iraqê û Iranê ve jî hatine pêkanîn. Herweha plan û projeyên hevbeş ên dagîrkerên Kurdistanê (CENTO, dagîrkirina Kerkûkê, Hevkariya lidij referendûma Serxwebûna Kurdistanê, rêkeftinên plankirî yên hevbeş ên Suriye, Tirkiye, Iraq, Iranê) bi ser de…

Xebatek gelek zanyar, pisporî, lêkoler a Kurd / Kurdistanî hemberê manipulasyona dijî Kurd / Kurdistanê dive bête birêvebirin û organizekirin.

Di roja me ya îro de, ligor derfetan jî, tenê li herêma Kurdistanê xebatên hêja ên danasîna rastiya welat, netewe û civata Kurdistanê tên birêvebirin.

Siyaseta Kurdistanê, dezgehên Kurdistanê dive nêzîkahiyek girîng bidin vê babetê  û Wêneyê Kurd / Kurdistanê bi awayek rasteqîn divê bigihije raya giştî û platformên cîhanî. Dibe ku, erk a vê yekê ya cîhana derve jî hebe, lê ev erk bi awayek serek e liser milên dezgeh, sazûman û tevgerên Kurd / Kurdistanê ye….

Hewlêr, 11 Adar 2018