Roja Niştimanî - 25ê Îlonê pîroz be!

Kurd24

Berî salekê, roja wekî  îro gelê Kurdistanê li başûr mezintirîn helkefta xwe ya dîrokî ya siwîl-demokrat tomar kir. Bi vîna xwe ya polan e ya hezarên salan, ku tu dijminan, tade û êrîşan nekarî têkbide – bi ji sedî 93 xwesteka xwe ya SERXWEBÛNA KURDISTANÊ, ya mafê xwe yê avakirina – DEWLETA XWE pêşkeşê cîhanê / mirovayetiyê kir.

Ev rûdan a dîrokî, ku dê tu caran ji proseya bicîhanîna îradeya mirovî, demokrasiya gerdûnî nikare bê jêbirin/mixandin, mohra xwe - di 25ê Îlonê de li wijdanê cîhanê da!

Bi milyonên law û keçên Kurdistanê, jin û mêrên Kurdistanê, pîr û kalên Kurdistanê – bi vîna xwe, îradeya xwe, hest û helwêsta xwe ya azad diyarkirin: Wekî her Milletek cîhanê, wekî her Neteweyek cîhanê, wekî her Niştimanek cîhanê – mafê min liser xak û welatê xwe serbest û rizgar bijîm heye!

Dibe ku, ev helwêsta Millî-Mirovî, Neteweyî-Demokratîk a Kurd / Kurdistanê -  ne bi dilê nehezan bû! Dibe ku, ev helwest ne bi dilê – dagîrkerên hov bû! Dibe ku ev helwest ne bi dilê – êrîşbarên nîjadperest, şowen û ekstremistên olperest, mezhebperest bû! Dibe ku, ev helwest ne bi dilê – statukoparêzên berjewendîperest bû! Dibe ku, ev helwest ne bi dilê – xayinên millet û welatê xwe bû!

Lê, 25ê Îlonê di dilê her Kurdistaniyekî de, her demokratek rasteqîn ê cîhanî de – roja vejîn a Kurdistanê ye. Hawar a Kurd / Kurdistanê ye – her ew roja serxwebûnê, ku berhemê îradeya 25ê Îlonê ye – dê were ser xak a niştiman. Sembola doza mafdar, têkoşîna rewa, armanca şehîdan, nîşana îradeya niştimanî – AL a KURDISTANÊ dê liser xaka welat her pêl bide…

Roja Niştimanî  - 25ê Îlonê pîroz be!

Hewlêr 25 Îlon 2018