Sê hevkarên bigûman (1)

Kurd24

Ev çendîn meh in li herêma Rojhilata Navîn hevkariyek seyr liser erdê tê jiyandin. Hêza dijber a hemberî Amerika û Rojava – Rusya, Qerekol / Endamê NATO,  welatê “pêşeng” ê Sunneyan, hevkarê stratejîk ê Brayên Musilman – Tirkiye, Imparatorê Şieyan, Komara Islamî (Şerîatî) ya – Îranê…

Gava mirov wêneyê her sê welatan dideyne ser mêzê, di pussleyekê de komkirina wan ewqas zehmet e ku, xalên nexweşiyan di navbeyna wan de, ji yên xalên nêzîkahiyê bi carên caran zêdetir in!...

Vî wêneyî em bi çendîn xetên wê yên girîng ve bigrin dest:

a/ Armanca pêşengiya cîhana Islamî ya Sunne ya Tirkiye û Rewşa serkirdayetiya pêşengiya cîhana Şîa ya Îranê…

Tirkiye bi salên salan e, bi taybetî piştî bidestxistina desthilata Enqere ji alî AK Partî ve berî 16 salan, stratejiya pêşengiya Sunnî/Îslamî da pêş xwe. Di vê babetê de bername, plan, proje, stratejî birêve birin. Bû endamê zêdeyên rêxistinên islamî yên aborî, siyasî û civatê, lobiyên berfereh kir, ku pêşengiyê di van rêxistinan de bidest bixe.

Di destê yekem de, hevkariya stratejîk ligel rêxistina Brayên Musilman li Suriye û Misrê xist pratîkê de. Bi “hevkariya desthilatî ya projekirî li Misr û Suriye ligel Tirkiye” kete rikberiya pêşengiya cîhana Sunnî/Islamî. (Ev plana stratejîk bi herifandinên Brayên Musilman li Suriye ê Misrê bi tevayî têkçû).

Di xeta dariştî ya Enqere de, siyasetên Îranê li herêmê, birêvebirina ideolojiya Şîîzmê, heta berî çendîn mehan bi tundî hate rexnekirin. Îran wekî têkderê herêmê û dagîrker dihate binav kirin. Di vê çarçoweyê de jî, siyasetek paralelî stratejiya xwe li hember desthilata Alewî li Suriye hemberî Esed û desthilata Şîa li Bexdayê hate birêvebirin. Serokomar Erdogan gotinên heqaretwarî yên biçûkxistinê hemberî Esed û Ebadî jî bikar anîn!

aa/ Komara Islamî (Şîa-Islamî) ya Îranê, dive bê qebulkirin ku, ji sala 1979an ve liser stratejiyek dariştî, liser hatî xebatkirin/plankirin li herêmê û cîhanê tevdigere. Ew jî, di destê yekem de pêşengiya bê rikberî ya cîhana Şîa ye. Wekî marê pirrdestî bi eşkereyî destwerdanê li tevayiya herêmê û cîhanê de jî dike – bi nave yêkreziya cîhana Şîa di bin pêşengiya Îranê de.

Komara Islamî (Şîa) ya Îranê, ji bo bicîhanîna planên xwe, piştgiriya dêrîn ligel diktator Esed liser erdê pêkanî. Suriye kir – perçeyek laşê xwe, herdem got: ketina Suriye/Esed, dibe ketina Îranê bi xwe. Ji xwe re , li Lubnanê – Hizbullah avakir. Hizbullah weha bihêzkir ku, niha bûyî Hizbullah liser nave desthilatê li Lubnanê ne mumkin e bê axaftin. Bi planên berfereh, desthilata Bexdayê xist bin kontrola xwe, bi Qeter re aloziyên de nav welatên Kendavê de bikar anî, pêwendiyên dualî yên di berjewendiya xwe bicîh anî, Hussiyên Yemenê kir destê xwe yê cîranî dijî Siûdiyê û xeta berferehiya ber bi Efrîqayê ve…

aaa/ Destpêkirina “Buhara Erebî” ji siyaseta Rusya ya herêma Rojhilata Navîn bû destkeftiyek nedîtî. Bi taybetî piştî destpêka “Şoreşa Suriye” di Adar a 2011an de derfetên mezin lipêş Rusya vekirin. Helwêsta pasîf a Amerika di dema desthilata Obama ya Amerîkî de hişt ku, Rusya valahiya hêzê liser erdê bikar anî. Bandora xwe ya herêmî bi rêya siyaseta Suriye liser tevayiya Rojhilata Navîn qayim kir. Bi nêzîkahiya ligel Îranê bû şirîkê destkeftiyên Îranê li aliyekî û destkeftiyên xwe yên taybet. Niha li herêmê bêyî gotina Rusya tu guherandin nikarin bikevin pratîkê de. Aloziya Enqere ligel hevkarên xwe – Rojavaya Ewrûpa, Amerika, NATO, yekîtiya Ewrûpa bi “zîrekane” bikar anî. Bi taybetî lawaziya Tirkiye beramberî xwe (piştî daxistina belafira leşkerî ya Rusya liser Suriye, qetlkirina balyozê xwe li Enqere) di ware siyasî, aborî de weha xist bandora xwe de ku, Tirkiye kir hevkarek xwe ya berjewendiyên herêmî/cîhanî. Xalên dijber ên di navbeyna Iran û Tirkiye de, bi koordinasyonek lîstikên siyasî anî astekê ku, destê her du welatan bi serpereştiya xwe xiste nav hevûdu…

(dom dike)