Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?

Kurd24

Di daxûyaniya encamî ya Civîna Bilind a li Soçî ya Rûsyayê di navbeyna Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan de, hate diyarkirin, ku hevahengî di navbeyna aliyan de, liser yekparçeyiya xaka Sûriye hebûye.

Lê pirsgîrekên din?

Diyar e di navbeyna aliyan de hevahengî liser wan peyda nebûye!

Ji Pirsa mezin a ji Tirkiye re, em destpê bikin! Pirsa Kurd:

(Tirkiye wekî pirsa YPG-PYD an jî wekî pirsa terorîstan binav dike, ji derveyî Tirkiye tu aliyek weha binav nake).

Rûsya bi awayek fermî navbeynkariyê – di navbera Rêvebiriya Xweser û rejîma Sûriye de dike. Di mehê de bi kêmanî carek ligel şandên Kurd – ên Rêvebiriya Xweser (TEV-DEM, MSD, HSD, PYD û…) û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye – ENKS di ast ên bilind de dicive.

Rûsya bi awayek eşkere diyar dike – Kurd divê  xwedî mafên Destûrî bin. Di pêkanîna Komîteya Destûrê de Rûsya her anî ziman, ku Kurd divê tê de cîh bigrin.

Ji aliyek din, di pirsa Kurd û rejîmê de Moskow dixwaze – rejîm li rojavayê Kurdistanê kontrola xwe berdewam bike – lê, xwedî mafên destûrî bin. Ligel rejîm û desthilatdariyek navendî ye. Ev babet di pêwendiyên ligel  Enqere de nayên veşartin. Ango – du helwêstên cuda yên pirr eşkere!

Îran – yekem car parastina Kurdan û nasandina mafên Kurd li Sûriye - di vê civîna bilind a 4em de anî ziman. (Tehran jî, ji aliyê xwe ve, di çarçoveya desthilatdariya navendî û vegera kontrola rejîmê tîne rojevê) Lê ligel Enqere di babeta Kurd de, yekem car e cewaziya xwe weha eşkere diyar dike.

(Dibe ku şok a mezin a Serokomarê Tirkiye li Soçî – ev helwêsta Îranê be)

Herêma Ewle:

(Tirkiye xwe tîne pêş – Herêma Ewle divê li Rojhilatê Firatê/Rojavayê Kurdistanê pêk were. Di bin kontrola Tirkiye de be)

Rûsya qet nermiyek di vê babetê de diyar nake. Alternatîf a wê ji bo Tirkiye – vegera Rêkeftina Edene ye! Ji xwe Putin insiyafgir ê vejandina Rêkeftina Edene ye. Ango: Moskow ji Enqere re dibêje – desthilata rejîma Sûriye nas bike! Kontrola rejîmê liser tevayiya xaka Sûriye nasbike! Hemû aliyên ne – hevkarê rejîma Sûriye, divê ji xaka Sûriye derkevin (Bêguman nîşana Tirkiye jî dike).

Îran di vê babetê de hişktir e. Hevkariya rejîma Sûriye ji Tehranê re stratejîk e. Tirkiye ger bixwaze, Îran dikare alîkar be:  navbeynkariya Şam – Enqere bike! Wekî din ne mumkin e hêzêk din liser xaka Sûriye xwedî kontrol be. Mercê hebûna li Sûriye pejirandin ji alî rejîmê ve ye, hevkariya rasterast ligel Şamê ye. JI xwe hevkarên sereke Moskow û Tehran in. Ger Tirkiye bixwaze derbasî nav vê hevkariyê bibe, Tehran dikare bibe alîkar. Herêma Ewle – ne di planên pejirandinê yên Tehranê de ne!

Aloziya Idlib:

(Tirkiye garantor ji aliyê Opoziyonê bû. Lê, niha nikare mîsogeriya dayî pêkbîn e. Tehrîr el-Şam kontrolek berfereh li deverê dike û Tirkiye nikare bibe rêgir)

Rûsya di babetê de destnîşankir, ku sebra wê nema ye! Divê ev babet çareser bibe. Ligel terorîstan bijardeya tekane – şerê terorîstan û pelixandina wan e. Rejîm û Artêşa Rûsya dê kontrolê bi awayek bixin dest de…

Îran piştgirê pozisyona Moskow e…

Hin pirsên din jî yên nakok di navbeyna Moskow, Tehran û Enqere de hene. Lê, ew ên min rêzkirî, aloziyên girîng ên sereke ne!...

Ligor agahdariyên min: medya Rûsyayê jî, vê civîna bilind a Soçî wekî lawaztirîn civîn binav kiriye. Ji xwe fokus a medya cîhanî jî ji Soçî zêdetir, liser Lûtkeya Warşow û proseya civîna bilind a ewleyiyê li Munchen bû…

Hewlêr, 15. 02.2019