Nêçîrvan Barzanî: Karên sereke yên hikûmetê destnîşan dikin

Kurd24

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne ku di “heftiyên bê” de wê qonaxa duyem a karê hikûmetê û destnîşankirina karên sereke destpê bike, serxwebûna aborî jî wek armanaca bingehîn dide zanîn.

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî di gotareke vîdyoyî şeva borî, 16ê Cotmehê, bal kişande ser aloziyên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê, pirsa serokatiyê, pirsa mûçeyên fermanberan û karên bingehîn ên hikûmetê di qonaxa bê de.

Derbarê xwepêşandanan de, Barzanî got, mafê hemû çîn û pêkhateyan e ku daxwaza mafên xwe yên rewa bikin û wiha pê de çû “ew xwepêşadanên aştiyane û rewa ji aliyê berjewendiyên teng ên siyasî ve hatin revandin (…) ji bo jihevxistina bereya yekgirtî ya pêkhateyên Herêma Kurdistanê ne.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ku Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê wê ye, Tevgera Goranê bi germkirin û tûjkirina xwepêşanderan li dijî PDK tohmetbar dike.

Ji be wê yekê jî PDK rêkeftina pêkanîna hikûmeyê ya ligel Tevgera Goranê hilweşand û 4 wezîrên wê ji kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûr xistin, herwiha posta Serokê Parlementoya Kurdistanê jî ji dest parlementerê tevgera navborî derxist.

Nêçîrvan Barzanî di wê derbarê de got ku “Mixabin, yên ku gotinên şêrîn ji bo parastin û xurtkirina demokrasiyê û çar salên hikumdariya aram û berpirsane dikirin, ji çarçoveya rêkeftinên hevbeş derketin. Hindekan nearamî gihande lutkeya neberpirsiyariyê û belavkirina nûçeyên bi bingeh û dûr ji rastiyê. Her wek her kes dizane, rewşa nearam û êrîşên ne dadperwerane wiha kir, ez daxwazê ji çar wezîran bikim hikûmetê bi cî bihêlin.”

Li gor medyayê jî, niha PDK hewl dide ligel Yekîtiya Nitiştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê cihê wezîrên Goranê tije bike.

Barzanî ragehand jî ku “di çend hefteyên bên de qonaxa duyem a hikûmetê û karên sereke destnîşan dikin. Herwiha em wiha bi hêsanî dest ji daxwaziyên yekrêziya gelê xwe bernadin.”

Derbarê krîza aborî û peydakirina mûçeyên fermanberan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, kabîneya 8em bi hemû şiyan û karînên xwe kar dike ji bo peydakirina çavkaniya pêwîst bo peydakirina budce û mûçeyê û ”serxwebûna aboriya Herêma Kurdistanê” jî bi armanca xwe ya sereke da zanîn.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi krîza serokatiyê kir û got ku, ew dibîne ji mafê rewa yê xelkên Herêma Kurdistanê ye ku bi dengên xwe “biryar li ser wê pirsê bide.”