PDK hevdîtinên ligel aliyên siyasî destpê dike

Kurd24

K24- Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi hevdîtinan ligel aliyên siyasî dike, destpêkê jî ligel Tevgera Islamî dicive.

Berpirsên peywendiyên derve ye PDK, Hêmin Hewramî, li ser Twitter ê belav kiriye ku, dê îro, 18ê Cotmehê, şandeyeke wan a paye bilind ligel Tevgera Islamî bicive.

Hewramî nivîsiye jî ku, ew şandeya PDK wê ligel aliyên din ên siyasî, ji bilî Tevgera Goranê, bicive.

Ev hewldana PDK piştî wê yekê tê ku, di 11ê Cotmehê de, wezîrên Tevgera Goranê ji kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatine dûrxistin.

PDK dibîne ku Tevgera Goranê “pêbend rêkeftina pêkanîna hikûmetê nebûye û li dijî berjwendiyên wê kar kiriy” lewma postên wezarî ji dest derxistine.

Di gotara xwe ya  Înê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di heman demê de cîgirê serokê PDK ye, ragehandibû ku ew dê qonaxa duyem a rêvebirina hikûmetê û destnîşandkirina karên wê yên sereke destpê bikin.

Li gor ku di medyaya Başûrê Kurdistanê de hatiye belavkirin, niha PDK hewl dide ku kursiyên wezîrên Goranê radestî wezîrên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê bike.