NATO mezintrîn manora leşkerî encam dide

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya NATOyê manoreke leşkerî ya mezin li Deryaya Spî encam dide.

Li gor ku hatiye belavkirin, ev manora leşkerî ya ku dê îro, 19ê Cotmehê, were lidar xistin, mezintirîn manor e ku ji beriya sedsalê ve NATOyê rênexistiye.

Ev manor ji aliyê pisporên siyasî û leşkerî bi wê wateyê tê şîrovekirin ku, welatên endam di NATOyê de dixwazin hêza xwe pîşan bidin.

Di vê manora leşkerî ya ku li Deryaya Spî de tê encamdan, dê 36 hezar leşker, 230 yekîneyên leşkerî, 140 firoke û bêhtir ji 60 ketşiyên leşkerî beşdar bin.

Herwiha dê ji îro Duşemê ve û heta 5 heftiyan berdewam be.

Ev manora leşkerî di demekê de tê ku, ji 30 Îlona borî ve Rûsyayê destêwerdana leşkerî li Sûriyê destpêkiriye, praniya endamên NATOyê jî ji wê pêngava Moskoyê nerazî û bigumanin.

Hevpeymaniya Bakurê Atlantik ku bi kurteya NATOyê tê naskirin, di Nîsana sala 1949an de hatiye avakirin, niha jî 28 welat di nav wan de Amerîka, Brîtanya û Fransa, endamên wê ne.