Iraq 90 milyar dînarî ji derbiderên li Herêma Kurdistanê re xerç dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê biryar da ku 90 milyar dînarî ji derbiderên Ereb ên li Herêma Kurdistanê re xerç bike.

Li gorî ku Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê, Casim Mihemed, duh, 18ê Cotmehê, ragehandiye, dê ew 90 milyar dînar li ser 90 hezar malbatên derbider ên Ereb li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê were parvekirin.

Amarên dawî yên Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNHCR) li Iraqê diyar dike ku, ji sedî 27ê derbiderên Ereb li parêzgehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê bicih bûne, ji sedî 13 jî li Kerkûkê ne.

Ew pereyên ku Hikûmeta Iraqê xerç kirine, dê di çend rojên pêş de bi ser derbideran de werin parvekirin.

UNHCRê daye xuyakirin ku ji koma 3 milyon û 206 hezar derbiderên Iraqê, 873 hezar li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê ne, li Kerkûkê jî 104 hezar û 280 derbider hene.

Derbiderên Ereb ên li Herêma Kurdistanê li ser kampan hatine parvekirin, hejmareke zêde ji wan jî di nava bajar û bajarokan de dijîn.

Herêma Kurdistanê, ya ku ev bêtirî salekê ye di krîzeke aborî ya dijwar de derbas dibe, berdewam gazinan ji aliyên navdewletî û Hikûmeta Iraqê dike ku, wek pêwîst alîkariya wê di hawarçûn û alîkariya penaber û derbideran de nekiriye.

 Li gor amarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, niha milyonek û 800 hezar penaber û derbider li 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê dijîn.

Li British Colombiayê gurekî behran di nav daristanan de xwe bi daran kamûfle dike. Gurên behran ji bilî xwarinên asayî yên ku gur dixwin hema çi ji behrê derkeve dixwin. Ji kevjalan heta masiyan ‘wekî guran’ xwe diavêjin her tiştî. Ji bo hin kesan ew yek
Li British Colombiayê gurekî behran di nav daristanan de xwe bi daran kamûfle dike. Gurên behran ji bilî xwarinên asayî yên ku gur dixwin hema çi ji behrê derkeve dixwin. Ji kevjalan heta masiyan ‘wekî guran’ xwe diavêjin her tiştî. Ji bo hin kesan ew yek