NY: 35 hezar kes ji Helebê direvin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li başûrê Helebê serkirdeyekî opozîsyona Sûriyê hat kuştin, herwiha 35 hezar kes jî ji malên xwe reviyan.

Ketîbeya Nûredin Zinkî duh, 19ê Cotmehê, di daxuyaniyekê de ragehand ku, fermandarê wê Ismahîl Nasfî di şer û pevçûnên başûrê Helebê de hatiye kuştin.

Ev bû demek ku şer û pevçûnên giran di navbera hêzên opozîsyona Sûriyê û hêzên rejîmê bi alîkariya mîlîşiyayên Îranî û çekdarên Hizbullah a Libnanî li başûrê Helebê birêve diçe.

Hêzên rejîmê dixwazin rêya navdewletî ya ku paytexta Sûriyê, Şamê, bi parêzgehên beravê ve girê dide, li başûrê Helebê kontrol bike.

Derbarê rewşa mirovî ya tax û navçeyên başûrê Helebê jî Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, ji ber dijwariya şer û pevçûnan “35” hezar kes ji malên xwe revîne.