Amerîka: Pêşmerge hêza serke ya aramiyê navçeyê ne

Kurd24

K24- Hewlêr

Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê, Joseph Dunford, dibêje ku, welatê wî Pêşmergeyan wek hêza sereke ya “şikandina DAIŞê û aramiya navçeyê” dizane.

Joseph Dunford duh, 20ê Cotmehê, gehiştibû Firokexaney Navdewletî ya Hewlêrê û piştire ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiya bû.

Generalê Amerîkî di hevdîtinê de tekez kir ku, welatê wî pêbend e bi hevpeymaniya ligel Herêma Kurdistanê û jinavbirina DAIŞê.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî tekez kir ku, pêwîstiya şikandina DAIŞê bi hewldanên navdewletî yên cidî heye.

Gneral Dunford diyar kir jî ku, Amerîka Pêşmergeyên Kurdistanê wek hêza sereka ya şikandina DAIŞê û aramiya navçeyê dizane û wiha pêde çû: “Şikandina efsaneya DAIŞê li ser destê Pêşmergeyan baweriya civaka navdewletî bi wê hêzê zêdetrir kir.”

Serok Barzanî jî got ku, şikandina efsaneya DAIŞê li destê Pêşmergeyan cihê şanaziyê ye ji gelê Kurdistanê re.

Serokê Herêma Kurdistanê bi pêwîst zanî ku, di qonaxa piştî DAIŞê de dive garantî bi hemû pêkhateyan bê dayîn ku di paşerojê de rûbirûyê ti karesatên din nabin.