Amerîka: Barzanî hê Serokê Herêma Kurdistanê ye

Kurd24

K24- Hewlêr

Çavkaniyekê ji K24ê re ragehand ku, Amerîk ragehandiye ku hê wek Serok Herêma Kurdistanê danûstanê ligel Mesûd Barzanî dikin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer îro, 21ê Cotmehê, naveroka civîna Barzanî û serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê, Joseph Dunford, taybet ji K24ê re eşkere kir.

Yawer diyar kir ku, di civînê de Joseph Dunford gotiye ku, Amerîka hê Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê dibîne û li ser wê bingehê danûstanê ligel dike.

Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîka diyar kiribû jî ku “ew hatiye daku ji nêzîk ve agahdarî nêrînên Serok Barzanî ya di derbarê şerê DAIŞê ya di asta hevahengî û karê hevbeşê di navbera artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge de bibe.”

 Generalê Amerîkî dûpat jî kir ku welatê wan pabend e bi hevpeymaniya li gel Herêma Kurdistanê û rîşekêşkirina DAIŞê ya li navçeyê de, li gor ku di daxuyaniyeke fermî de hatiye.

Civîn duh, 20ê Cotmehê, li Hewlêrê birêve çûbû, ev yekemîn serdana Dunford bû jî bo Herêma Kurdistanê.