Kendava Erebî: Êrîşên Rûsyayê diyariya herî baş e bo terorîstan

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Encûmena Kendava Erebî radigehîne ku, destêwerdana Rûsiyê di Sûriyeyê de “diyariya herî beş e bo terorîstan.”

Sekreterê Giştî yê Encûmena Kendava Erebî, Ebdulezîz Ebû Ehmed el-Iwêşiq ragehand ku, dibe Esed beşek ji danûnstandinên çareseriyê be “lê nabe” rola wî di hikûmeta veguhêz de hebe.

El-Iwêşiq di hevpeyvînekê de ji BBC re got ku, beşdariya Rûsyayê di şerê li dijî DAIŞê de bêyî hevahengî ligel hevpeyaniya navdewletî “cihê mixabiniyê bû.”

Rûsyayê ji 30 Îlona borî ve êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê dest pê kirine, hevpeymanên opozîsyona Sûriyê jî dibînin ku mebest ji wê pêngava Moskoyê “bihêzkirina pêgeha Esed e.”

El-Iwêşiq da zanîn jî ku, destêwerdana Rûsyayê di Sûriyê de “diyariya herî baş e ji teroirîstan re.”

Beriya çend rojan jî, Serokê Rûsyayê, Valdimir Putin, li Moskoyê pêşwazî li serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kiribû.