Rûsya planeke nû ya çareseriyê li Sûriyê pêşkeş dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rûsya planeke nû bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş dike û nakokî li ser çarenivîsa Esed navbera wê û Amerîkayê de berdewam in.

Di civîna Viennayê de (23ê Cotmehê), Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, planeke nû pêşkeşî hevşanên xwe yê Amerîk, Siûdî û Tirkî kiribû, derbarê çaresekirina krîza Sûriyê de ya ku ev 5 sal in berdewam e.

Rojnameya Şerq Awsat belav kiriye ku, di plana Rûsyayê de hatiye ku, divê serokê rejîma Sûriyê hemû desthilatên xwe radestî hikûmeta veguhêz bike.

Herwiha guvaşa li ser hemû navçeyên Sûriyê (ji aliyê rejîm û opozîsyonê ve) were rakirin û mîlîşiyayên ser bi rejîmê ve tevlî artêşa fermî bibin û piştire ew û Artêşa Azad a Sûriyê hevbigrin.

Rûsyayê di plana xwe de jî amaje bi encamdana hilbijartinên parlementoyê û serokatiyê kiriye, tevî avakirina hikûmeteke veguhêz.

Li gor çavkaniyên opozîsyona Sûriyê, Moskoyê 15 heta 18 mehan bo cîbicîkirina wê planê diyar kiriye, aliyên beşdarî civîna Vienayê jî çend têbînî li ser wê planê danîne.

Her yek ji Riyad, Washington û Enqerê ew plan bi hewldaneke baş binav kirine, lê bi mercê ku çarenivîsa Esed bê diyarkirin û rejîma Sûriyê bê neçarkirin pêbendî cîbicîkirinê bibe.

Mosko daxwaz kiriye jî ku her yek ji Misr û Îranê tevlî danûstandinan bibin. Herwiha hemû hewldanên xwe dike ji bo ku beriya civîna Vienna-2 piştgiriya pêwîst ji plana xwe re bidest bixe.

Civîna Vienna-2 wê roja Îna bê, 30 Cotmehê, birêve biçe.