Esed ji hilbijartinan re amade ye
K24- Navenda Nûçeyan
Parlementerekî Rûsî dibêje ku, serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed amade ye beşdarî hilbijartinan li welatê xwe bike.
Hejmarek parlementer û yasanasên Rûsî duh, 25ê Cotmehê, li Şamê ligel Esed civiya bû.
Piştî bidawîhatina civînê, ajansa Interfax a Rûsî li ser zarê yek ji beşdarbûyên civînê, bêyî ku binav bike, ragehand ku, Esed gotiye ku ew amade ye beşdarî hilbijartinên serokatî û parlementoyê li Sûriyê bibe “eger gel bixwaze.”
Ev yek ji xalên plana nû ya Moskoyê ye ku di civîna Vienayê de pêşkeşî Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê û Amerîkayê kiribû.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov jî gotiye ku, wan daxwaz ji rejîma Sûriyê kiriye ku amadekariyên hilbijartinan bike.
Roja 21ê Cotmehê, serokê rejîma Sûriyê, ku ev 5 salin krîz li welatê wî berdewam e, serdana Moskoyê kiribû.