Li Amedê şerê polîsan û DAIŞê ye

Kurd24

K24- Amed

Li Kayapinara bajarê Amedê şer di navbera polîsên Tirk û çekdarên DAIŞê de derket, qurbanî ji her du aliyan hene.

Peyamnêrê K24ê li Amedê da zanîn ku, li 17 navnîşanan ên navçeya Kayapinara şerê polîsan û çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) berdewam e.

Heta niha nehatiye zanîn bê ew çekdarên DAIŞê ji Sûriyê derbas bûne yan jî “şanên nivistî” ne.

Li gor peyamnêrê me, di şer û pevçûnan de 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 polîsan canê xwe ji dest dane û 4ên din birîndar bûne, lê heta niha jî ti amarên fermî nehatine ragehandin.

Ev yekemîn car e ku şer û pevçûnên rasterast di navbera polîêsên Tirkiyê û DAIŞê de derdikeve.

Biryar e roja 1ê Mijdarê jî hilbijartinên giştî yên pêşwext li Tirkiyê lidar bikevin.