Grûpên Artêşa Azad serdana Rûsyayê dikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rûsyayê ragehand ku, çend grûpên Artêşa Azad a Sûriyê 2 caran serdana Moskoyê kirine.

Destpêka vê heftiyê Rûsyayê ragehandibû ku, ew amade ne alîkariya Artêşa Azad a Sûriyê bikin “eger cihên wan nas bike.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mikail Bogdanov di daxuyaniyekê de ragehand ku, grûpên Artêşa Azad “heftiya borî û vê heftiyê jî” serdana Moskoyê kirine.

Lê Bogdanov navê wan grûpan eşkere nekir.

Duh, 26ê Cotmehê, berdevekekî Artêşa Azad a Sûriyê, Îsam Reyis, diyar kiribû ku ew alîkariyê ji Rûsyayê red nakin.

Piştî destpêkirina êrîşn esmanî yên Rûsyayê, welatê navborî hemû hewldanên xwe dike ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza ku ev 5 salin li Sûriyê berdewm e.

Welatên rojava û herêmî, di destpêka wan de Amerîka û Erebistana Siûdiyê, dibînin ku mebest ji wan êrîşên Rûsyayê piştgiriya rejîma Sûriyê ye, lê Mosko red dike.

Wî berdevkê Artêşa Azad daye zanîn jî ku “bila destpêkê Rûsya bombebaran navçeyên wan û navçeyên sivîl rawegire, ji nû ve behsa alîkariyê bike.”