Îran beşdarî civîneke navdewletî derbarê Sûriyê de dibe

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir ku, tê pêşbînîkirin ku Îran bo civîna Vienna2 bê vexwendin.

Di civîna Vienna1 de, Rûsyayê daxwaz kiribû ku her yek ji Îran û Misrê jî tevlî civîna ligel Erebistana Sidûiyê, Amerîka û Tirkiyê bibin.

Ajansa Reutersê li ser zarê çavkaniyên Wezareta Derve ya Amerîkayê belav kir ku, dibe Îran jî bo Vienna2, ku roja Îna bê 30 Cotmehê birêve diçe, bibe.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî tekez kir ku, Îranê vexwendineke fermî ji Amerîka wergirtiye, bo beşdarîkirina di civînên navdewletî derbarê Sûriyê de.

Ev yekemîn car e ku Amerîka û Erebistana Siûdiyê razî dibin ku Tehran di civînên çareserkirina krîza Sûriyê de beşdar be.

Li gor ku hatiye belavkirin, dê Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullehiya beşdarî civînê bibe, tevî ku civîn li ser asta wezîrên derve birêve diçe.

Îran li wê yekê mikur tê ku wê şêwirmendên leşkerî û alîkarî ji rejîma Sûriyê re şandine, di şerê li dijî opozîsyonên de.

Herwiha serpereştiya çendîn mîlîşiyayê Şîe li Sûriyê dike û heta niha çendîn serkirdeyên Pasdarên Îranê di şerê li Sûriyê de hatine kuştin.