Siûdiyê û Îran li ser yek mêzê gotûbêjan dikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Erebistana Siûdiyê û Îran bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, li ser yek mezê rûdinin, ev yekemîn car e jî ku goitûbêjên rasterats navbera wan de çêdibin.

Biryare her yek ji Îran û Misrê tevlî civîna Vienna2 ya ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re li gel Amerîka, Erebista Siûdiyê, Rûsya û Tirkiyê bibin.

Her yek ji Erebistana Sidûiyê- ya ku piştgiriya opozîsyona Sûriyê dike- û Îran- ya ku bi awayên cur bi cur alîkariya rejîmê dike- şerekî aloz yê dîrokî di navbera wan de heye.

Erebistan Siûdiyê wek bingeha misilman Sine tê naskirin, herwiha Îran jî xwe wek berpirsyar di ber hemû mislimanên Şîe de dide zanîn.

Civîna Vienna2  wê sibe 30ê Cotmehê lidar bikeve, dê aliyên beşdarî nêrînên xwe derbarê dîtina çareseriyekê de li Sûriyê jihev nêzîk bikin.

Beşdarîkirina Îran û Misêr di wê civînê de li ser daxwaza Rûsyayê bû.