Erdogan û Davutoglu encamên hilbijartinan dinirxînin

Kurd24

K24- Enqere

Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyê li Enqere derbarê nirxandina encamên hilbijartinan lihev dicivin.

Di hilbijartinên 1ê Mijdarê de, Partiya Dad û Geşepêdanê AKP ji sedî 49.47 ê dengan bidest xistiye.

Peyamnêra K24 li Enqere ragehand ku, Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyip Erdogan û Serokwezîr Ahmed Dagutoglu dê îro, 3 Mijdarê, li koşka serokomariyê (Aksaray) encamên destpêkê binirxînin.

Berovajî hilbijartinên 7ê Hezîranê, niha AKP rêjeya pêwîst a dengan bidest xistiye, ji bo ku bitena serê xwe hikûmetê li Tirkiyê pêk bîne.

Dê civîn danê piştî nîvro birêve biçe.

Tevî ku heta niha encamên nefermî nehatine ragehandin, lê encamên destpêkê amaje bi wê yekê dikin ku AKP ji sedî 49.47 ê dengan (317 palrementer), CHP ji sedî 25.10 (134 parlementer), HDP ji sedî 10.75 (59 parlementer) û MHP jî ji sedî 11.90 ê dengan bidest xistiye, ku dike 40 parlementer.