Rûhanî ber bi Ewropayê ve birê dikeve

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, serdana çend welatên Ewropayê dike û ligel papayê Vatikanê jî dicive.

 Cîgirê serokê ofîsa serokomarê Îranê, Perwîz Îsmahîlî di daxuyaniyekê de îro, 11ê Mijdarê, ragehand ku, dê Rûhanî roja Şemiya bê ji Tehranê ber bi Ewropayê ve biçe û serdana Îtalya, Vatîkan û Fransayê bike.

 Li gor Îsmahîlî, dê Srokomarê Îranê roja Şemiyê ligel Serokê Îtalyayê bicive. Piştire jî dê berê xwe bide Vatîkanê û ligel Pope Francise jî bicive.

 Herwiha dê Rûhanî beşdarî civîna Rêxistina Perwerde û Zanist û Rewşenbîriyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNISCO) ve li Romayê bibe û gotarekê jî pêşkeş bike. Dê roja Sêşema bê jî Rûhanî serdana Fransayê bike û ligel serokê wê François Hollande bicive.

 Di vê serdanê de şandeyeke paye bilind dê ligel Serokomarê Îranê be û wê çend rêkeftinana îmze bikin.