Hêzên Sûriyeya Demokratîk navçeyek girîng li Hesekê kontrol dikin

Kurd24

K24- Hesekê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk Gola Xatûniyê li nêzîk Holê û 60 gundên din kontrol dikin.

Peymanêrê K24 li bajarê Hesekê got ku, îro, 11ê Mijdarê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşketinên xwe li derdoa navçeya Holê (bakurê rojhilatê Hesekê) berdewam dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku di 12ê Cotmeha borî de hatiye avakirin, hewil dide ku çekdarên DAIŞê ji navçeyên derdora Hesekê bi temamî derbixe.

Di vê derbarê de, hêzên navborî ku ji Kurd, Ereb û Xirîstiyanan pêk tê, Gola Xatûniyê ya ku navçeya Holê û Hesekê bi hev re girêdide, kontrol kirine.

Li gor medyayê jî, heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîne 60 gundî li wê eniyê rizgar bikin.

Ew hêz ji aliyê Amerîka ve tê piştgirîkirin, firokeyên hevpeymaniya navdewletî jî alîkariya esmanî didin bo pêşdeçûna wê hêzê.