Navendek Amerîkî: Tawanên DAIŞê li dijî Êzdiyan Jenosîd e

Kurd24

K24- Navena Nûçeyan

Muzexaneya Bîranîna Qirkirinê ya Amerîkayê radigehîne ku, tawanên ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî kirine “Komkujî û Jenosîd in.”

Di raporekê de ku navenda Simon Kyot ya Amerîkî amade kiriye hatiye, tawanên DAIŞê di navbera Hezîran û Tebaxa 2014an de li dijî Kurdên Êzdî, Sabiea, Kakeyî, Xirîstiyan û Tirkmenan li parêzgeha Mûsilê kiriye “jenosîd” bû.

Di 9ê Hezîrana sala 2014an de DAIŞê dest danîbû ser Mûsilê, di destpêka Tebaxa heman salê de jî, derbasî Şingalê bibû.

Li gor zanyarî û agahiyan, di dema ku DAIŞ ket Şingalê de, nêzîk 5 hezar Kurdên Êzdî dîlkirin, gelek ji wan kuştin û heta niha çarenivîsa gelek an ji wan nediyar e.

Neteweyên Yekbûyî di Adara borî de ragehandibû ku, dibe DAIŞê jenosîd li dijî Kurdên Êzdî kiribe. daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî jî kiribû ku wê dosyeyê veguhêze Dadgeha Tawanan a Navdewletî.

Rapora heman navendê diyar dike ku, heta niha hê hejmarek zêde ji jin, zarok, keç û zilamên Kurdên Êzdî di dest DAIŞê de ne û “divê azadkirina wan jî karê bingehîn be.”

Ji serê dibeha îro, 12ê Mijdarê ve, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi operasyona azadkirina qeza Şingalê bûne, heta niha jî 10 gund rizgar kirine û ji 2 aliyan ve derbasî nava qezayê bûne.