Barzanî ji Şingalê: Me soz da û me soza xwe bicih anî

Kurd24

K24- Şingal

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji ser Çiyayayê Şingalê pîrozbahiya azadkirina wê qezayê li gelê Kurdistanê û Kurdên Êzdî kir, tekez kir jî ku tenê Hêzên Pêşmerge operasona azadkirinê birêve birine.

Operasyona azadkirina Şingalê duh, 12ê Mijdarê, serê sibehê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Gitşî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî û piştgiriya hêzên hevpeymanan hatibû destpêkirin, îro jî Şingal bi temamî ket destê Pêşmergeyan.

Barzanî di konferensa rojnamevaniyê de spasiya Pêşmergeyên qehreman û hemû fermandarên Pêşmerge û Xwedayê mezin kir li ser wê serkeftinê.

Herwiha Barzanî derbarê azadkirina Şingalê de got jî: “Ev rojek dîrokî ye û dastanek mezin li ser destê Pêşmergeyên qehremanan hat tomarkirin.”

Barzanî ji Şingalê pîrozbahiyeke gerim li gelê Kurdistanê bi giştî û Kurdên Êzdî û malbatên serbilind ên şehîdan bi taybetî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê berê xwe da xort û keçên Kurdên Êzdî û got: “ Bila her takekî Êzdî bê minet serê xwe bilind bike û her keçeke Êzdî jî bila bi dengek bilind ban bike û bêje: Ez nîşana şeref û berxwedanê me.”

Barzanî tekez li ser Kurdistanîbûna Şingalê kir û got: “Şingal Kurdistanî ye û bi xwîna Pêşmergeyan hatiye azadkirin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar li Herêma Kurdistanê ew yek jî eşkere kir ku di operasyonê de“Tenê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bêyî ti hêzeke din beşdar bûn û  ala Kurdistanê hatiye bilindkirin.”

Barzanî carek din amaje bi qehremaniya Pêşmerge di operasyona azadkirina Şingalê de kir û got: “Bi xwîna şehîdên qehreman ev dastan hatiye tomarkirin.”

Şingal di 3yê Tebaxa sala borî de ketibû destê DAIŞê de, wê demê Serokê Herêma Kurdistanê soz dabû ku ew dê Şingalê vegerênin hembêza Kurdistanê û îro ji Şingalê got: “Me soz da û me soza xwe bicih anî.”

Barzanî tekez kir jî ku, îro hat piştrastkirin ku Kurdên Êzdî ne bi tenê ne û ew Kurdên resen in û hemû Kurdistan li pişta wan e.

Barzanî spasiyeke gerim arasteyî Amerîka û hêzên hevpeymanan kir û got ku, alîkariya wan gelek bi bandor bû.

Herî dawî jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Tola hemû Kurdên Êzdî hat vekirin.”

Di vê operasyonê de 7 hezar û 500 Pêşmerge beşdar bûn, niha jî Şingal bi temamî hatiye kontrolkirin û êdî qonaxa paqijkirina qazayê ji mayîn û bombeyên vedayî hatiye dest pê kirin.