Berhem Salih: Azadkirina Şingalê xala guhertinê ya mezin e di şerê DAIŞê de

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNK, Berhem Salih radigehîne ku, azadkirina Şingalê “xala guhertinê ya mezin e” di şerê jinavbirina DAIŞê de.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 13ê Mijdarê, qeza Şingalê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin, piştî ku duh operasyona azadkirina navçeyê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd barzanî, dest pê kiribûn.

Tevî pîrozbahiyê, Berhem Salih li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye ku, azadkirina Şingalê xala guherinê ya mezin e di şerê jinavbirina DAIŞê de.

Salih nivîsiye jî ku, pêwîst e niha kar li ser vegerandina dîlkiriyan û avakirina Şingalê bê kirin.

Herwiha daxwaz dike ku, divê kesên ku têkiliya wan bi DAIŞê re heye “radestî dadgehê” bên kirin û wiha berdewm dike: “Divê kesên ku li pişt komkujiyên derheqê Êzdiyan bûn jî radestî dadgehê bên kirin. tevî rûbirûbûna bangxwazên kîn û radîkaliyê.”

Di operasyona azadkirina Şingalê de 7 hezar û 500 Pêşmerge beşdar bûn, hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîka jî alîkariyeke mezin dabû Pêşmergeyan.