Mesrûr Barzanî azadkirina Şingalê pîroz dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî azadkirina Şingalê pîroz dike.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 13ê Mijdarê, qeza Şingalê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin, piştî ku duh operasyona azadkirina navçeyê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd barzanî, dest pê kiribûn.

Mesrûr Barzanî bi vê helkeftê li ser rûpela xwe ya Twitterê pîrozbahiya serkeftinê li “Serok Barzanî û Pêşmergeyên qehreman” kir.

Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku berdewam be li ser piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge “ji bo jinavbirina terorê û rêgirtin li dûbarebûna karesatên ku li Şingalê çêbibûn.”

Operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmergeyî hatibû dest pê kirin.