Brîtanya serkeftina Pêşmerge li Şingalê bilind dinirxîn e

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Brîtanya azadkirina Şingalê pîroz dike û serkeftina Pêşmerge bilind dinirxîn e.

Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Rojhilata Navîn li Brîtanyayê, Tobias Elwood ragehand ku, azadkirina Şingalê “şikestinek din e ji DAIŞê re.”

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro, 13ê Mijdarê, qeza Şingalê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin, piştî ku duh operasyona azadkirina navçeyê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd barzanî, dest pê kiribûn.

Tobias Elwood di daxuyaniyekê de got: “Rojek pir xweş e, Şingal piştî dagîrkariya grûpa DAIŞê ya terorîst” hat rizgarkirin.

Navborî amaje bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge kir û wiha berdewam kir: “Qehremanî û keda hêzên Kurdî û Êzdî ji bo vegerandina Şingalê bilind dinirxînin.”