Çekdarên DAIŞê ji ku hatine û metirsiya wan li ser çi welatî heye?

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor raporeke rojnamevanî derbarê regeznameyên çekdarên DAIŞê de, Fransa li ser asta Ewropayê yekem e û Tûnis jî di Rojhilata Navîn de yekem e.

Piştî bûyerên Fransayê ku 8 “terorîstên DAIŞê” roja Înê, 13ê Mijdarê, êrîş li çend navçeyên Parîsê pêk anîbûn û di encam de 128 kesan canê xwe ji dest dan û bêhtir ji 200ê din birîdar bûn, rojnameya The Independent ya Brtînaî raporek derbarê regeznameyên çekdarên DAIŞê de belav kir.

Di raporê de hatiye ku, ji nava welatên Ewropayê, Fransa di pileya yekem de tê, ku ji nav welatiyên wê “700” kes tevlî DAIŞê bûne, Brîtanya 400, Almanya 270. Ji Australya 250, Belcîka 170, Newslanda 120, Danîmark 100, Amerîka 70, Austrua-Nemsa 60, Norwîc 50, Irlanda 30 û ji Swêdê 30 kes.

Di raporê de hatiye jî ku, tevaya wan çekdaran li Sûriyê şer dikin.

Derbarê wan çekdaran de yên ku ji welatên Rojhilata Navîn hatine Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne, Tunis di pileyan yekê de hatiye û ji wan welatiyên wê 3 hezar tevlî wê rêxistina radîkal bûne, Erebistana Siûdiyê 2 hezar û 500, Urdin 2 hezar û 89, Mexrib hezar û 500, Libnan 890, Lîbya 556, Tirkiye 400, Misir 384, Iraq 247, Çîçan 186, Filestîn 114 û ji Kuwêtê 71 kes.

Çawa bere digehin DAIŞê?

Di rapora The Independent de hatiye ku, pere ji 11 welatan bi rêya internêtê digehin rêxistina DAIŞê ya radîkal, Erebistana Siûdiyê jî di destpêka wan welatan de tê.

Piştî Siûdiyê, bi rêzbendî ev welat tên: Sûriyê, Iraq, Amerîka, Misir, Kuwêt, Tirkiyê, Filestîn, Libnan, Brîtanya û herî dawî jî welatê Tunis tê.

Lê qasê pereyên ku bi wê riyê hatine şandin ne hatiye diyarkirin, herwiha amaje bi hejmara pereyên ku ji her welatekî gehiştine rêxitsina DAIŞê jî, nehatiye eşkerekirin.

Metirsiya DAIŞê herî zêde li ser çi welatekî heye?

Agahiyên ku di rapora rojnameya navborî de hatine, amaje dikin ji metirsiya DAIŞê ji sedî 67 li ser Fransa, Spanya û Libnanê heye û ji sedî 68 jî li ser Nejîryayê.

Derbarê Amerîka û Brîtanyayê de, raporê amaje kiriye ku metirsiya encamdana karên “terorîstî” ji aliyê DAIŞê ve bi rêjeya ji sedî 53 li ser Amerîkayê û ji sedî 52 li ser Brîtanyayê heye.

Rêzbendiya welatên din ên ku metirsiya DAIŞê li ser wan heye bi vî awayî ne: Australya 48%, Almanya 43%, Polanda 22%, Rûsya 23%, Pakistan 48%, Filestîn 40%, Malîzya 26%, Indonîzya 20% û li ser Tirkiyê ji sedî 19 heye.