NY proje biryarekê derbarê Îranê de gotûbêj dike
K24- Navenda Nûçeyan
Rêxistina Navdewletî ya Çavêdriya Mafê Mirovan (HRW) daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) dike ku proje-biryara derbarê Îranê de, pesend bike.
Biryare di civîna roja 19ê Mijdarê ya Komîteya Giştî ya NY de dengdan li ser proje-biryara hejmar e (A/C.3/70/L.45) derbasê mafê mirovan li Îranê, dest pê bike.
Di proje-biryarê de wê daxwaz ji Îranê bê kirin ku pêbend bibe bi sozên xwe yên navxweyî û navdewletî yên derbarê mafê mirovan de.
Rêvebera Cîbcîkar a HRW li Rojhilata Navîn, Sara Lia Wiston ragehand ku, wan û 36 rêxistinên din ên navdewletî yadaştnameyeke arasteyî Komîteya Giştî ya NY kirine, ku têde daxwaz ji tevaya endaman dikin ku bi erê deng li ser proje-biryara derbarê mafê mirovan de li Îranê bidin.
Li gor HRW, ji Çileya îsal û heta Mijdarê, desthilatdarên Îranê 830 kes darvekirine.