Kurdistan, Urdin û Misir biryarekê derbarê DAIŞê de derdikin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Zanayên Ola Islamê li Herêma Kurdistanê û fetwaya Misir û ya Urdinê fetwayek derkirin ku rêxistina DAIŞê ya radîkal li derveyî ola Islamê ye.

Yekîtiya Zanayan li Herêma Kurdistanê di konferenseke rojnamevaniyê de îro, 17ê Mijdarê li Hewlêrê ragehand ku, wê belgeyên pêwîst derbarê tawanên ku DAIŞê derheqê Kurdên Êzdî de encamdane berhev kirine û ji fetwaya Misir û Urdinê re şandine.

Derbarê wê hewldanê de, Serokê Yekîtiya Zanayan li Herêma Kurdistanê, Ebdulla Kurdî got ku, ji bo ku fetwaya Misir û Urdinê xwedan du pêgehên girîng in di nav cîhana Islamî de, wan ji her du welatan xwestiye ku belgehên derbarê tawanên ku DAIŞê li dijî Kurdên Êzdî û Xirîstiyanan kirine binirxînin , bi taybetî tawanên ku li dijê jin û keçên her du pêkhateyan hatine kirine.

Fetwaya Misir û Urdinê di du biryarên cuda de ragehandine ku, ew kiryarên ku DAIŞê kirine li dijî prenisîpên Islamê ne. DAIŞ jî wek rêxistinek li derveyî ola Islamê binav kirine.

Ebdulla Kurdî diyar kir jî ku, her du biryarên fetwaya Misir û Urdinê, dê bibin belgeyên dîrokî li ser hovîtiya DAIŞê û kiriyarên ku derheqê Kurdên Êzdî û Xirîstiyanan de kiriye.