Rûsya û Amerîka aboriya DAIŞê têk dibin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Firokeyên Rûsî û Amerîkî bi tundî hewldanên DAIŞê yên di warê petrolê de armanc dikin, heta niha jî 675 tanker û kêlgehên petrolê hatine jinav birin.

Serokê Operasyona di Serokerkaniya Hêzên Çekdar ên Rûsyayê de, Andre Kartapolov duh 18ê Mijdarê ragehand ku, firokeyên wan li Sûriyê dest bi armanckirina hewldanê veguhestin û firotina petrolê ji aliyê DAIŞê ve kirine.

Pisporên leşkerî û yên warê pwtrolê diyar dikin ku, dahata DAIŞê ya rojane ji firotina petrolê yek milyon dolar e.

Li gor ku Andre Kartapolov aşkere kiriye, di çend rojên birî de, firokeyên wwan 500 tanker ku DAIŞê bo veguhestina petrola Sûriyê bo Iraqê bikar dianîn, jinav birine.

Navborî diyar kir jî ku, êdî firokeyên wan dê her weldaneke DAIŞê di warê petrolê de li çi navçeyeke Sûriyê be, bombebaran bikin.

Ev yek didemekê de ye ku, Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) diyar kiriye ku, di destpêka vê heftiyê de firokeyên hevpeymaniya navdewletî 116 tankerên veguhestina petrolê yên DAIŞê jinav birine.

Pentagonê diyar kiriye jî ku, firokeyên hevpeymanan 59 rafîner û kêlgehên petrolê li navçeyê Sûriyê yên di bin kontrola DAIŞê de jinav birine.

Bi vam hewldanên Rûsya û Amerîkayê, aboriya DAIŞê ketiye aloziyekê, ji ber ku dahatên petrolê stûna aboriya wê rêxistina radîkal e.