Fransa: Berpirsê yekem ê êrîşên Parîsê hat kuştin

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyam

Dozgeriya Giştî ya Fransayê ragehand ku, berpirsê yekem ê êrîşên Parîsê, Ebulrehman Eba Owd hat kuştin.

Duh, 18ê Mijdarê, polîsên Fransayê opersyonek li dijî malekê li taxa Saint Denis a Parîsê encam dabûn, ku çend kesên çekdar xwe tê de veşartibûn.

Piştî bidawîhatina opersonê, ku çend demijmêran dirêj kiribû û her du aliyan teqe li hev kiribûn, polîsan ragehand ku armanca wan ji wê operasyona, Ebdulrehman Eba Owd bû.

Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Fransayê jî îro, 19ê Mijdarê, ragehand ku Eba Owd di nav kuştiyê operasyona duh a polîsan de ye.

Li gor pêşbînî û gumanên desthilatdarên Fransayê, Eba Owd (27 sal) berpirsên yekem ê êrîşên Îna borî li Parîsê bû, ku di encamê de 129 kesên sivîl canê xwe ji dest dabûn.

Herwiha di operasyona duh ya polîsan li texa Saint Denis de, herî kêm 2 kes hatine kuştin, yek ji wan jinek bû ku xwe bi kemereke bombekirî teqandibû. 8 kesên din jî hatin girtin.

Rêxistina DAIŞê ya radîkal berpirsiyariya xwe ji encamdana wan êrîşên Parîsê ragehandibû.