Rûsya amara operasyonên xwe yên li Sûriyê radigehîn e

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê radigehîne ku, firokeyên wan 140 armancên DAIŞê li Sûriyê jinav birin û di yek operasyonê de 600 çekdar kuştin e.

Wezîrê Bergirî Yê Rûsyayê, Sergei Shoigu îro, 20ê Mijdarê, ragehand ku ew dê hejmara firokeyên xwe yên li Sûriyê bo 69 firokeyan zêde bikin.

Rûsyayê li ser daxwaza rejîma Sûriyê ji 30ê Îlona borî ve dest bi operasyonên leşkerî li dijî pêgehên DAIŞê li Sûriyê kiriye, li gor agahiyên Shoigu jî, wan heta niha 140 armancên DAIŞê jinav birine.

Sergei Shoigu got jî ku “firokeyan 19 xalên serkirdayetiyê, 12 embarên çek û teqemeniyan, 71 zirixpoş û 6 kargehên çêkirina teqemeniyan jinav birin e.”

Ev bû çend roj ku Rûsya ji keştiyên xwe yên leşkerî jî rokêtan arasteyî pêgehên DAIŞê li nava Sûriyê dikin, Wezîrê Bergirî yê Sûriyê jî dibêje ku “di yek operasyonê de 600 terorîst li Dêrezorê hatine kuştin.”

Firokeyên Rûsî ji firokexaney Himêmîm ya nêzîk bajarê Lazqiyê li berava Sûriyê difrin, niha jî Mosko dê hejmara firokeyên xwe bigehîne 69an.

Welatên rojava û Amerîka bi guman li destêwerdana Mosko di Sûryê de dinêrin, opozîsyon jî dibêjin ku firokeyên Rûsî tenê pêgehên wan dixin armanc.