Piştî petrolê Herêma Kurdistanê gaza xwezayî jî difroş e

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Herêma Kurdistanê dest bi geşepêdana kerta enerjiyê kiriye, hewldan jî bi wê arasteyê de ne ku asta hinartin gaza xwezayî bigehîne 20 milyar metir sêcar.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî di çarçoveya 7emîn Foruma Aborî û Enerjiyê ya Atlantîka ku îro, 20ê Mijdarê li Stenbolê birêve çû got ku, ew dê her sal 10 milyar metrên sêcar ji gaza xwezayî bişînin Tirkiyê.

Aştî Hewramî diyar kir jî ku, hewldanên Herêma Kurdistanê bi wê arasteyê de ne ku heta sala 2019an karibin 20 milyar metir sêcar ji gaza xwezayî bişîne derve.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê aşkere kir jî ku “Ev 9 meh in ku em li ser gaza xwezayî kar dikin û em hizir dikin ku bo berhemên navxwe gaze bikar bînin. Herwiha niha em amadekariyên hinartina gazê dikin.”

Heta niha Herêma Kurdistanê şandina petrolê bi awayekî serbixwe ji Bexdayê dişîne derve, eger pirsa şandina gaza xwezayî kî misoger bû, dê bandoreke wê ya mezin li ser pirsa geşepêdana aboriya Herêma Kurdistanê hebe.

Hewramî tekez kir jî ku, di warê petrolê de Herêma Kurdistanê hewl dide ku heta dawiya sala 2016an, astê hinartina petrola xav rojane bigehînin milyon bermîlî.