Rêberê Şîeyên Iraqê daxwaza çareserkirina aloziya Xurmatûyê dike

Kurd24

K24- Navenda Nûçeyan

Rêberê Şîeyên Iraqê, Elî Sîstanî, daxwaz dike ku aloziya Xurmatûyê bi rêya danûstandinê were çarserkirin.

Nûnerê Elî Sîstanî li Kerbelayê, Ebdulmehdî Kerbelayî di gotara roja Înê de got ku, pêwsît e Iraqî nehêlin ku şerê li dijî terorê ji rêya xwe derbikeve û “divê rê li pêş hemû fitneyan bigrin.”

Kerbelayî balkişande ser bûyerê Xurmatûyê û got: “Tundî û têkdana ku li Xurmatûyê derketiye amajeyek metirsîdar e, divê hemû aliyên jîr rêgiriyê li dubarebûna van karan bikin.”

Roja 12ê Mijdarê piştî ku çekdarên Heşdî Şeebî xwestin bikevin qezaya Xurmatû di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de alozî derket û heta niha jî berdewam e.

Nûnerê rêberê Şîeyên Iraqê daxwaz kir jî ku ew alozî bi rêya danûstanê bê çareserkirin û “pêkvejiyana aştiyane bê parastin û hemû alî rêz li hev bigrin.”

Bajarokê Xurmatû du beş e, piraniya daniştvanên aliyê rojhilat Turkmenên Şîe ne û hinek Kurd jî lê hene, piraniya aliyê rojava jî Kurd in û zêdetir pirsgirêk ji wan malan re tên derxistin ku di nav Turkmenan de ne.